Yelda Abbasî hate serbest berdan

Hunermend Yelda Abbasî piştî dadgehkirinê hate azadkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermend Yelda Abbasî piştî dadgehkirinê hate azadkirin.

Navenda Çanda Mezopotamya bi helkefta salvegera damezirandina xwe ya 27 mîn li bajarê Stenbolê konsertek çêdike û hunermend Yelda Abbasî jî bi armanca beşdariya wê konsertê bike çû Stenbolê.

Lê Asayîşa Tirkiyeyê li Firîngeha Atatûrkê ya Stenbolê ew girtin û birin Dadgeha Stenbolê. Parêzerê Yelda Abbasî diyar eşkere kir ko ew ji ber lêpirsîneke li Wanê hatiye girtin û piştî ko ji aliyê dozger ve hatiye lêpirsînkirin hate berdan.

 

 

C.B