Kurdan bi zimanekî helbestkî pirtûkên xwarinan nivîsîne

Li Diyarbekirê bi beşdariya nivîskar û aşpêjan pêşangehek bi xwarinên Kurdî hat li darxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê bi beşdariya nivîskar û aşpêjan pêşangehek bi xwarinên Kurdî hat li darxistin. Di pêşangehê de nivîskarên pirtukên xwarinên Kurdî amaje kirin ku rengekî xwarinên Kurdî heye û çanda xwarinê din ava Kurdan de çandeke qedîm e.

Li Diyarbekirê bi organîzatoriya aşpêjan û nivîskarên pirtukên xwarinên Kurdan pêşangehek bo xwarinên Kurdî hat li darxistin. Armanca pêşangehê ew bû ku dewlemendî û qedîmbûna pêjgeha Kurdan were nişandan. Lêkolînerên xwarinên Kurdan didin zanîn ku yek ji neteweyên ku di warê xwarinê de pêşketîne jî Kurd in û balê dikêşin ku xwezaya Kurdistanê ya dewlemend rê dide ku geyayên cûr be cûr şîn bibin û ajal jî dema bi van geyayan tên xwedîkirin goşt û geya tamên bêhempa didin xwarinê.  Nivîskarê pirtuka "Kevneşopiya Pêjgeha Kurd" Alî Geyîk dide zanîn ku xwarinên Kurdan li cîhanê jî navdar in heta ku di pêşbaziyan de xelat jî wergirtine.

Nivîskar û aşpêj Alî Geyîk ji K24ê re got: "Xwarinên Kurdan tama  xwe ya bêhempa ji xwezaya dewlemend ku geyaya cehteriyê ciheke girîng tê de digire û ji aşpêjên kêrhatî distînin. Xwarinên Kurdan navdar in. Wek mînak herî dawî li pakîstanê em tevlî pêşbaziyekê bûn xwarina Keledoş ku xwarina herêm Serhedê ye xelata yekemîntiyê wergirt. Xwarinên Kurdan ên teybet ku bi piranî li malan tên çêkirin Îrku Kerî, Kutilik, Keledoş, ser û pê ne."

Nivîskar û lêkolînerên ku beşdarî pêşangehê bûn didin zanîn ku yek ji nîşaneyên zîrekbûna Kurdan a di warê xwarinê de jî ew e ku 150 sal berê ji aliyê Şêx Muhyeddînê Hênî ve pirtuka bi navê "Beyana Xwarinan û Zewqên Wan" bi zimanekî helbestkî hatiye nivîsîn. Mela Birhanê Tarînî yê ku pirtûk latînîze kiriye dibêje, mînakên vê pirtûkê di çandên din de bi hêsanî nayê dîtin.

Nivîskar Mela Birhanê Tarînî dibêje: "Xwarinên Kurdan, xwarin bi çi tê xwarin, xwarina gundan, xwarina padîşahan, xwarina bajaran, her wiha cureyên xwarinê bi çi tên xwarin, bi çi nayên xwarin; bi çi werin xwarin bi tehm in, bi çi werin xwarin bêtehm in, hûrgiliyên din di vê berhema Şêx Mihyedînê Hênî de nivîsandî ne û bi vê yekê xwarinên Kurdan derdixe  rûyê erdê."

Aşpêj û nîvîskarên pirtukên xwarinan didin zanîn ku ew amadekariyan dikin li bajarên Bakurê Kurdistanê rêzepêşbaziyên xwarinên Kurdan li dar bixin da ku nifşên nû ku piraniya wan berê xwe didin xwarinên fastfoodê, xwarinên xwe jî binasin.