Şandeke Herêma Kurdistanê berve Bexdayê bi rê dikeve

Biryar e îro şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û pêwendiyên dahatûyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê guftûgo bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û pêwendiyên dahatûyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê guftûgo bike.

Bi biryara Encûmena Bilind a Referandûmê bo ronîkirina dawî helwest, şandeke danûstandkar a Encûmena Bilind a Referandûmê serdana Bexdayê bike û li gor zanyariyên K24ê, helwesta Herêma Kurdistanê xwazyarê her biryareke aştiyane ye.

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm de ku roja 20 vê mehê li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna endamên Encûmena Bilind a Referandûmê û serkirdeyên aliyên siyasî bi rê ve çûbû, biryar hat dayîn ku di vê hefteyê de şandeke Encûmena Bilind a Referandûmê serdana Bexdayê bike û guftûgoyê li ser giriftên her du aliyan û pêşeroja pêwendiyan bikin.

Her di wê civînê de, Fûad Mehsûm behsa destpêşxeriyeke xwe kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdistan û Bexdayê. Herwiha ew hewlên ku ji aliyê civaka navdewletî ve hatine pêşniyazkirin jî hatin guftûgokirin.