Îtîlafê ji ber êrîşên Rûsyayê banga Encûmena Asayişê kir

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opopzîsyona Sûriyê (Îtîlaf) daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ku tawanên Rûsiyayê yên li ser Idlibê rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opopzîsyona Sûriyê (Îtîlaf) daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ku tawanên Rûsiyayê yên li ser Idlibê rawestîne.

di daxuyaniyekê de Îtîlafê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir dimildest destêwerdanê bike û birayekê derbarê tawanên Rûsiyê bide û kes û aliyên berpirs siza bike û li ser tawanên Rûsiya û hikumet Sûriyê yên li dijî sivîlan bêdeng nemîne.

li gor daxuyaniya Îtîlafê di van rojên bihûrî de firokeyên Rûsyayê bêhtir ji 40 êrîşan li pzrêzgeha Idlibê li ser deverên Kefir Nibil, Me'eret El-Numan, Cercenaz û Xanşêxûn û gelek deverên din pêk aniye, ku di encamê de bi gelek sivîlan canê xwe jidest dane.

Ji aliyê xwe ve, jêderekî ji Berevaniya Sivîl ji ajanseke opozîsyonê re ragihandibû, ku di encama êrîşa rêjîma Sûriyê bi gaza Klorê li ser bajarokê Seraqiba Idlibê de, 12 kesan çanê xwe jidest dane.

Piştî ku roja 3ê vê mehê firokeyeke Rûsyayê ji cura SU 25 li parêzgeha Idlibê ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hate xistin û firokvanê wê hate kuştin, Rûsyayê bi tundî Kefir Nibil, Me'eret El-Numan, Cercenaz û Xanşêxûn û Seraqib bombebaran kir.