Girtîgeha Trabzonê: Kurdî axaftin dibe sedema êşkenceyan

Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyê da zanîn: Li Girtîgeha Trabzonê ji ber ku zindanî Kurdî axaftine û di greva birçîbûnê de ne, bi rojan rastî êşkencê tên

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Zîndanan ya Komeleya Mafê Mirovan ta Tirkiyê da zanîn: Li Girtîgeha Trabzonê ji ber ku zindanî Kurdî axaftine û di greva birçîbûnê de ne,  bi rojan rastî êşkencê tên.

Li gorî Rapora Komeleya Mafê Mirovan, girtiyên li Zindana Tekirdaxê birin e Girtixaneya Trabzonê, rastî kiryarên xerab yên gardiyanan hatine.

Girtiyan dane zanîn: wan her roj tazî dikin û li ber sermayê radigirin. Kesên di çalakiya greva birçîbûnê de ne, rojane rastî êşkencê û lêdanê tên û girtiyek Kurd bi êşkencê kuştin e.

Di heman zîndanê de, her roj wan radizînin ber lêdanê û 7 zîndanî jî, birin e û çi agahî ji wan nîn e.

Ligor Rapora IHDê, dermanên girtiyan nadin wan û girtiyên nexweş jî, nayên dermankirin.

 

 

C.B