Kurdistan Şîrovekarên siyasî: Divê Kurd bi yek helwest bin

 

K24 – Heseke

Li bajarê Hesekê workşopek li ser dadweriya veguhêz li navenda Selam ya Civaka Sivîl birêve çû, tê de rewşa Sûriyê piştî krîzê hat gengeşe kirin. Herwiha pêwîstiya hebûna dadgehan, da ku li ser tawan û gunehên şer rawestin û perwerdekirina çalakvanan bo karibin serjimêriyekê ji qurbaniyên şer re amade bikin. 

Ji aliyekî din ve, li bajarê Til Temirê semînarek li ser danûstandinan li navenda Cegerxwîn lidar ket, kesên beşdar tekez kirin ku, divê helwesteke Kurdî ji hêla herdu aliyên siyasî hebe, da ku karibin mafê Kurdan bidest bixin.

Gelek şîrovekarên siyasî dibêjin ku, tevî hebûna ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de, lê ta niha bandora wan di nava opozîsyonê de qels e, herwiha li hember serkeftinên leşkerî yên Rêveberiya Xweser wan, ti destkeftiyên siyasî tune ne û ta niha pirsa Kurdî li ser maseya navdewletî bê hêz e.