Lidûvçûn liser çeteya “Osmaniyên Almanyayê” tê kirin

Dezgeha Ewleyiyê ya herêma Baden Württemberg a Almanyayê ragihand ku, dest bi lêkolîn û lidûvçûnê liser çalakî û karên “Osmaniyên Almanyayê” (Osmanen Germania) destpê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Ewleyiyê ya herêma Baden Württemberg a Almanyayê ragihand ku, dest bi lêkolîn û lidûvçûnê liser çalakî û karên “Osmaniyên Almanyayê” (Osmanen Germania) destpê dike.

Serokê Asayişa herêma Baden Württemberg Klaus Ziwey diyarkir ku, dê lêkolînên liser çeteyê ji pêwendiyên wan ên navxweyî li Almanya û herweha pêwendiyên wan ên derve jî bigre nav xwe.

Ziwey got ku, “Ew dizanin ku “Osmaniyên Almanyayê” di pêwendiyên xûrt ligel yekîtiya Demokratên Tirk li Ewrûpa (UETD) de ne û ew dezgeh wekî rêxistina AKP ya li Ewrûpayî tê nasîn.

Deutche Welle rêxistina “Osmaniyên Almanyayê” wekî çete binav dike û çalakiyên wê wekî metirsiyek liser Almanya dibîne.