Konseya Ewrûpa şand a çavdêriyê rêdike Tirkiye

Konseya Ewropa biryar da, ku jibo çavderiya hilbijartinên 31ê Adarê, şandek ji 22 kesan bişîne Tirkiyê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Konseya Ewropa biryar da, ku jibo çavderiya hilbijartinên 31ê Adarê, şandek ji 22 kesan bişîne Tirkiyê.

Sazûmana Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropa biryar da, ku şandek ji 22 kesan pêkhatî,  ji bo çavderiya Hilbijartinan rêbike Tirkiyê.

Konseya Ewropa da xuyakirin: bi armanca nûnertiya 20 welatên Yêkitiya Ewropa, şandek  çavdêr di bin serokatiya Andraw Dawson de, dê di 27 Gulanê de biçe Tirkiyê. 

Şanda Çavdêr a Yekitiya Ewropa, di destpêka hevdîtinên xwe de, serdana Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bide û paşî li gel rêxistinên sivîl, dê kar û xebata xwe parve bike.

Serokê Şanda Yekitiya Ewropa Dawson, dê di  roja 1ê Nisanê de, bi duristkirina konferansek ragihandinê, encamên çavderiya grupa xwe, rabighîne.

 

 

C.B