Trump: Biryarên girîng û bilez derbarê Sûriyê didin

Serokê Amerîka Donald Trump dibêje, derbarê êrîşa kîmawî li ser Xûtaya Rojhilat di heyama 24 yan 48 demjimêrên bê de biryarên girîng derdikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump dibêje, derbarê êrîşa kîmawî li ser Xûtaya Rojhilat di heyama 24 yan 48 demjimêrên bê de biryarên girîng derdikin.

Serokê Amerîka Donald Trump tekez kir jî: “Dibe ku bi dawiya îro re jî biryarine girîng derbarê Sûriyê de bidin.”

Donald Trump berî civîna ligel fermandarên leşkerî û berpirsên di rêveberiya Amerîka de ragihand, “Emê diyar bikin heger Rûsya, Sûriye û yan Îranê, yen jî ew hemû li piştî êrîşa li ser Dûmayê bûn.”

Tê zanîn ku, Amerîka mîkanîzmeke nû ji bo lêkolînên derbarê êrîşên kîmawî li Sûriyê de pêşniyarî Netewên Yekgirtî kiribû.

Pêr derengê şevê, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê kirin û li gorî raporên pizîşkî di wê êrîşê de, rêjîmê çekên kîmawî û gazên Sarîn û Kilorê bikar anî û di encamê de bêtirî 100 welatiyên sivîl di nav de zarok û jin canê xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn.

Her di wê derbarê de, îro medyaya Sûryê ragihand, ku Hêzên Ezmanî yên Israîlê, bi du firokeyên cengî ji corê F15, êrîşî bingeha serbazî T4 li nêzîkî bajarê Himsê kirine.

Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan eşkere kiribû, ku di encama wê bombebaranê de, "14 kes hatin kuştin û di nav kuştiyan de hin Îranî hene".

Ji aliyê xwe îro Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis derbarê pirsa egera lêdaneke Amerîkî li rêjîma Sûriyê de got: “Niha ti tiştekî bidûr nabînim.”

 

S. B