Kalin: Mana Amerîka li Sûriyê, yekperçeyîya wî welatî dixe metirsiyê

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje, Amerîka pilan dike ku li Sûriyê bimîne û ev pilan yekgirtîbûna axa Sûriyê dixe nav metirsiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje, Amerîka pilan dike ku li Sûriyê bimîne û ev pilan yekgirtîbûna axa Sûriyê dixe nav metirsiyê.

Îbrahîm Kalin ji televîzyona France24ê re axivî û derbarê krîza Sûriyê de got: Li hemberî hebûna Îran û Rûsyayê ya li Sûriyê, Amerîka jî dixwaze li Sûriyê bimîne.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê got jî, ev pilana Amerîkayê dê xebatên wan ên ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê aloz bike, ji ber ku li Sochi û Astanayê rojeva wan a sereke parastina yekperçeyîya axa Sûriyê ye, lê li hebûna gelek dewlet û rêxistinan li wî welatî rê nade ev daxwaza wan pêk were.