Kurdistan ENKS careke din nivîsgehên xwe vedike

 

K24 – Qamişlo

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi niyaz e ku nivîsgehên xwe li tevaya Rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê hêzên Asayîşa Rojava ve hatibûn girtin, veke.

Piştî derbasbûna mehekê li ser girtina nivîsgehên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve, bi behaneya newergirtina muhletên kar, Emîndariya Giştî ya ENKSê ku di daxuyaniyekê de biryara vekirina nivîsgehên girtî dabû, tekez dike ku di nêzîktirîn dem de dê dest bi vekirina wan nivîsgehan bike û karê siyasî bi şêweyekî aştiyane berdewam bike.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ehmed Icê li ser vê biryarê ji K24ê re wiha got: “Em li benda biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê bûn û niha biryar hate standin û di heyama 10 rojan de nivîsgehên girtî dê bêne vekirin. Karê ENKSê ne hatiye rawestandin û bi vekirina nivîsgehan emê kar û çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Ji aliyl xwe ve, Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê dibêje ku, biryarên Rêveberiya Xweser bixwe ne rewa ne. Herwiha partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rêzgirtina rêkeftinên Hewlêr û Dihokê negirtin û eger di paşerojê de nivîsgehên wan bêne girtin, dê dengê xwe bighînin rêxistin û saziyên mafên mirovan yên navdewletî, da ku fişarekê li Rêveberiya Xweser bike û van kiryaran rawestîne.

Endamê Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê Ridwan Sîdo ji K24ê re got: “Rêveberiya Xweser bixwe ne destladareke rewa ye, ji ber wilo biryarên wê jî ne rewa ne. Herwiha girtina van nivîsgehan ne rewa ye û ez tekez dikim hin partiyên ku nivîsgehên wan hatibûn girtin, careke din vekirin, bêyî ku destûrên kar ji Rêveberiya Xweser werbigrin.”

Di 14 meha Adara 2017an de Desteya Hundirîn ya Cizîrê hişyariyek ji raya giştî re belav kiribû bi girtina çi nevîsîngeheke ku destûra kar ji Rêveberiya Xweser wernegirtibe û di heyama 24 demjimêran de biryara navbûrî kete warê cîbicîkirinê û di encamê de nêzî 50 nivîsgehên bi ser ENKSê ve hatin girtin.