Girûpeke Heşda Şeibî: Emê bera hêzên Amerîkî din

Hesen Salim: Amerîka dixwaze mezintirîn bingeha serbazî li ser astê Rojhilata Navîn, li Iraqê ava bike, lê Heşda Şeibî vê yekê qebûl nake û wê Amerîka ji Iraqê der bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî ser bi çekdarên girûpa Esayib Ehl El-Heq ve ragihand, ku ew kar ji bo derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê dikin.

Serokê firakisyona Sadîqûn ya ser bi Esayib Ehl El-Heq ve Hesen Salim ragihand, ku Amerîka dixwaze mezintirîn bingeha serbazî li ser astê Rojhilata Navîn, li Iraqê ava bike.

Hesen Salim di daxuyaniyekê de got: "Heşda Şeibî kar ji bo derkirina hêzên biyanî ji Iraqê dike, herwiha Heşda Şeibî rê nade Amerîka, ku pilanên xwe bicî bike û ew bingeha serbazî ava bike".

Berî niha jî, piştî têkşikandina DAIŞê li Iraqê, perlemana Iraqê, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî erkdar kir, ku demekê ji bo derxistina hêzên biyanî ji Iraqê destnîşan bike.

Ev daxuyaniyên berpirsên milîsên ser bi Heşda Şeibî ve, di demekê de ne, ku di destpêka vê mehê de, rojnameya Die Tageszeitung ya Almanî belav kir, ku Hikûmeta Iraqê ji Hikûmeta Almanya xwestiye, hêzeke zêdetir ji pizîşkên serbazî û hejmarek serbaz bişîne Iraqê.

Di raporekê de, rojnameya navhatî diyar kir, ku ev demek e Hikûmeta Iraqê danûstandin li gel wezaretên bergirî û derve yên Almanya destpê kiriye û di dawiyê de, Hikûmeta Almanya razî bûye ku hêzên xwe li Iraqê zêde bike.

N.O