Tirkiye endamtiya xwe ya NATO dinirxîne

Piştî nîşankirina wêneyên Ataturk û Erdogan wekî dijminan di rahênana NATO li Norweçê de, endamtiya Tirkiye ya NATO bi berferehî li Tirkiye tê gengeşe kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî nîşankirina wêneyên Ataturk û Erdogan wekî dijminan di rahênana NATO li Norweçê de, endamtiya Tirkiye ya NATO bi berferehî li Tirkiye tê gengeşe kirin. Zêdeyên siyasetmedaran ligel derkeftina ji NATO ne.

Siyasetmedarên nêzîkî desthilatê li Tirkiyê, rûdana li Norweçê wekî “skandal” binav dikin. Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Yalçin Topçu di daxûyaniyekê de ragihand ku: “Li pişt hemû kodetayan li Tirkiye NATO heye. Li pişt girêdana kart a bergiriyê NATO heye. Em dive endamtiya xwe ya NATO rawestînin”.

Topçu herweha rûdana li Norweçê: “rûreşî, rezîlbûn, qehpeyî – dijminane” binav kir. Di berdewamiya axaftina xwe de , weha got: “NATO wêneyên Serokomar Erdogan, damezrênerê Tirkiye Ataturk wekî dijmin nîşan dide. Ev bêşerefî dive bê rûreş kirin. Milletê Tirk ê mezin vê dijminahiya NATO qebûl nake, dê bersîv jî bide. Em dê li derdora Serokomarê xwe bin”.