Hikûmeta Sûryê: Hevpeymanan çekên qedexekirî bikar anîne

Ajansa fermî ya nûçeyên Sûrî (SANA) ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, çekên qedexekirî li Dêra Zorê bikar aniye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa fermî ya nûçeyên Sûrî (SANA) ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, çekên qedexekirî li Dêra Zorê bikar aniye.

Heman Ajansê diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî bombeyên Fosfora Sipî di êrîşên xwe de li ser devera Hecîn li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê bikar aniye û ew made li ser astê cîhanê qedexekirî ye.

Li gorî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, şerekî mezin di navbera çekdarên DAIŞê û Hêzên Sûrya Demokrat de, li wê deverê qewimî û nêzîkî 58 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 37 şervanên HSDê cane xwe jidest dane.

N.O