YPG: Heger Tirkiye şer dixwaze em amade ne

Li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ên li ser rojhilatê Firatê, Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, heger Tirkiyê dest bi şer bike emê bersiveke tund li dijî wê bidin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ên li ser rojhilatê Firatê, Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, heger Tirkiyê dest bi şer bike emê bersiveke tund li dijî wê bidin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duhî gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê xwar û got: “Amedakiriyên me gihiştine asta dawî. Di nav çend rojan de, em dest bi Operasyona rojhilatê Firatê dikin. Em vê yekê radighînin.”

Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de ji K24ê re got: “Hêzên me di çarçova parastina rewa de xwe birêxistin kiriye, dê li hember her êrîşekê li ser bakurê Sûriyê û destkeftiyên wê berxwedanê bike.”

Amaje bi wê yekê kir, “Ti hevsengiyek ji aliyê teknolojiya leşkerî de di navbera hêza me û ya Tirkiyê de nîn e, lê hêza me baweriya wê bi şoreşê heye û amadekariyên parastinê jî hene, ji ber wê êrîşên dagîrkeriyê yên Tirkiyê dê bi bin bikevin.”

 

S. B