DAIŞê êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê kir.. 35 kuştî

Di encama êrîşeke DAIŞê li ser baregehên artêşa Sûriyê li derdora bajarê Tedmurê de, 35 leşkerên Sûrî hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşeke DAIŞê li ser baregehên artêşa Sûriyê li derdora bajarê Tedmurê de, 35 leşkerên Sûrî hatin kuştin.

Tevî ku HSD û Hevpeymaniya Navdewletî di meha bûrî de bajarokê Baxozê yê nêzîkî sînorê Iraqê ji destê DAIŞê kontrol kir û serkeftina bi ser DAIŞê ve ragihand, lê hîna hejmarek çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê mane û tevgerê dikin.   

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di heyama 48 demjimêrên bûrî de û bi sedema êrîşeke DAIŞê li ser navendên hikûmeta Sûriyê li devera El-Kom li bakurê Tedmurê de, 35 leşkerên Sûrî û çekdarên mîlîşyayên bi ser ve hatin kuştin, ku di nava wan de efser jî hene û bi dehan kesî jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên Rewangehê, piştî jinavçûna DAIŞê li rojhilatê Firatê, ev mezintirîn êrîşa DAIŞê li ser xalên hikûmeta Sûriyê ye.

Bajarê Tedmurê yê dîrokî li beyabana Sûriyê di sala 2016an de artêşa Sûriyê û bi alîkariya firokeyên Rûsî ji destê DAIŞê derxistibû.

 

S. B