Firokeyên Tirkiyê Efrînê bombebaranê dikin

Peyamnêrê K24 li Efrînê da zanîn, firokeyên artêşa Tirkiyê gundê Mêremînê yê navçeya Şêrewa bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24 li Efrînê da zanîn, firokeyên artêşa Tirkiyê gundê Mêremînê yê navçeya Şêrewa bombebaran dike.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, firokeyên artêşa Tirkiyê gundê Mêremînê yê navçeya Şera bombebaran dike û kuştî û birîndar ji encama wê bombebaranê di nava sivîlan de ketine.

Ji aliyê xwe ve medyayên nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) belav kirin, şervanên YPGê li eniya Şera û Bilbilê rûbirûyî êrîşa çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê dibin û şerekî giran li wan her du eniyan rû dide.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di roja 49emîn de li ser Efrînê berdewam e, duh di encama topbarana li ser gundê Tirindê yê ser bi Efrînê de 3 zarok ji yek malê şehîd bûn.

 

S. B