Amerîka beşdariyê di avakirina deverên rêjîma Esed de nake

Esed: Dubare avakirina Sûryê wê 10 heya 15 salan dirêj bike û 400 milyar Dolar ji bo wê yekê pêwîst e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Amerîkî pile bilind, bêyî ku navê xwe eşkere bike, ji navenda ragihandinê ya wezareta derve ya Amerîkî re ragihand, ku Amerîka naxwaze beşdariyê di avakirina deverên jêr destê Hikûmeta Sûryê de bike.

Wî berpirsî got: "Dema ku em karên xwe di pêşerojê de bikin, em naxwazin pereyên xwe li ser dubare avakirina deverên di bin desthilata Hikûmeta Sûryê de xerc bikin".

Berî niha jî serokê Civata Nûneran ya Rûsî Dîmêtrî Sablîn ragihandibû, ku  serokê Sûryê Beşar Esed gotiye: "Dubare avakirina Sûryê wê 10 heya 15 salan dirêj bike û 400 milyar Dolar ji bo wê yekê pêwîst e".

N.O