Erdogan: Li Şemzînanê 7 serbaz canê xwe jidest dan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan eşkere kir: Di encama teqîna Şemzînanê de 7 leşker canê xwe jidest dan e û 25 leşker brîndar bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan eşkere kir: Di encama teqîna Şemzînanê de 7 leşker canê xwe jidest dan e û 25 leşker brîndar bûn e.

Erdogan bi kombûneka rojnamevanî da zanîn ku, duhî şev li bajarê Colemêrgê bajarokê Şemzînanê bingeha leşkerî ya Derececîkê di encama teqîna teqemeniyan de 7 leşkerên wan canê xwe ji dest dan e û 25 leşker jî birîndar bûn e. Ji nava brîndaran de rewşa 4 leşkeran giran e û ji bo Nexweşxaneya Enqereyê hatine vegûhestin. Erdogan herwiha diyar kir ko, sedema teqînê heta niha nayê zanîn û ji bo zelalkirina bûyerê lêkolînên wan berdewam dike.

 

 

C.B