Iraq dixwaze mûşekên S400 ji Rûsya bikire

Rojnameya Weten a Siûdî: Mijara kirîna mûşekên S400, di civîna çar alî de, ya di navbera Rûsya, Iraq, Îran û Sûryê de li Bexdayê hatiye gotûbêjkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya Weten a Siûdî ji ser zimanê jêderekî di komîta bergirî û asayişê de ya Perlemana Iraqê belav kiriye, ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tîmek ji wezareta bergiriyê û şêwirmendên asayişa niştimanî ya Iraqê erkdar kiriye, ku gotûbêjan li gel Rûsya bikin ji bo kirîna mûşekên S400.

Wê rojnameyê diyar kir ku, di çend rojên derbasbûyî de, mijara kirîna mûşekên S400, di civîna çar alî de, ya di navbera Rûsya, Iraq, Îran û Sûryê de li Bexdayê hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha rojnameya navhatî balkişandiye ser wê yekê, ku berpirsên Amerîka ji kirrîna wan mûşekan ji aliyê Iraqê ve dilgiran bûye.