Serok Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê

Piştî serdana ji bo Bexda û welatên Kendavê, Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî serdana ji bo Bexda û welatên Kendavê, Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî û şanda pê re, piştî seredanek çend rojî ji bo Bexda û welatên Kendavê û hevdîtinên digel berpirsên bilind ên Iraq, Îmarat a Yekgirtî ya Erebî û Kuweytê, di rêya firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, vegeriya herêma Kurdistanê.

Roja Pêncşemiya borî, Serok Barzanî bi seredanek fermî gihiştibû Bexdayê û roja piştre jî li Necef digel berpirsên bilind ên hikûmet û partiyên siyasî yên Iraqê re civiya. Piştre jî seredana welatê Îmarat a Yekgirtî ya Erebî û Kuweytê kir û digel berpirsên bilind ên wan welatan behsa pêwendiyên di navbeyna aliyan de, jinavbirina teror û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.

Seredana Serok Barzanî ji bo Bexdayê karvedanên navxweyî û navdewletî yên zêde, bi xwe re anî, û welatan pêşwazî li wê seredanê kirin. Herweha hêvî xwestin, pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, bi temamî werin çareser kirin. Li Bexdayê jî, aliyên siyasî daxwaz ji Serok Barzanî kirin, ji bo lihev nêzîkkirina aliyên siyasî yên Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna wan de, destpêşxeriyekê rabighîne.