Supaya Pasdaran gefê li Amerîka dike

Supaya Pasdaran: Peyama me gihiştiye berpirsên Amerîkî, ku heger êrîşî welatê me bikin, ewê rastî çarenivîsekê wek ya Sedam Hisên bên.

K24 - Navenda Nûçeyan

Supay Pasdaran a Îranê ragihand, ku heger Amerîka bixwaze êrîşî Îranê bike, wê heman çarenivîsa serokê bidarvekirî yê Iraqê Sedam Hisên li pêşya wê be.

Li gorî ajansa Reuters, gefên Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de hatine û têde gotiye: "Ev peyama me gihiştiye berpirsên Amerîkî, ku heger êrîşî welatê me bikin, ewê rastî çarenivîsekê wek ya Sedam Hisên bên".

Ev piştî wê yekê hat, ku duh di daxuyaniyekê de, wezareta gencîneya Amerîka ragihand, ku wan navên 5 berpirsên Îranî xistiye lîsta wan kesan ku biryar e Amerîka sizayên abûrî û diravî yên nû li ser wan bisepîne.

Wek di daxuyaniya wezareta gencîneya Amerîka de hatiye: Bi sedema hebûna pêwendiya wan 5 kesan bi Supaya Pasdarana Îranê ve heye, navê wan derbasî lîsta sizayan bûne, ew kesana jî her yek ji "Mehdî Azerbîşe, Mihemed Ce'ferî, Mehmûd Kazim Abad, Çawîd Şîr Emîn û Seyid Mihemed Taranî" ku tevahiya wan berpirs û kesên nêzîkî Supaya Pasdaran in.

N.O