Îran, Rusya û Tirkiye liser yekparçeyiya xaka Suriye hevdeng in
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe ya lipêş Encûmena Federasyona Rusya de li Moskow, liser rojeva navneteweyî û helwêsta Rusya rawestiya.
Di axaftina xwe de Lavrov liser Krîza Suriyê jî rawestiya û da xûyanîkirin: “Moskow, Tehran û Enqere li Suriyê di hin babetan de ne xwedî heman armancê ne. Lê, di babeta têkoşîna li dijî terorê û yekparçeyiya Suriye de xwedî heman armancê ne.”