Teqîn li Cerablus: 3 serbazên Tirk û 3 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin

Di encama teqînekê li gundewarên Cerablusê 3 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê li gundewarên Cerablusê 3 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin.

Li gorî ajansek ser bi Opozisyona Sûriyê ve, Teqînek li bajarokê Xendûra yê rojavayê bajarê Cerablus ê bakurê rojhilatê bajarê Helebê, ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad de ye rû da.

Wê jêderê belav jî kiriye, dema ku 3 leşkerên Tirkiyê û 3 leşkerên artêşa azad otombêlek bombekirî ji kar dixistin, bi wan ve teqiya û di encam de her 6 hatin kuştin.

Medya fermî ya Tirkiyê behsa teqînê dike û heta niha behsa qurbaniyên wê nekiriye.

 

 

 C.B