Serok Barzanî û Helbûsî pirsa postên serokatiya Hikûmet û Komara Iraqê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî û serokê Perlemana Iraqê Mihemed Helbûsî, tekez kirin ku pêwîst e, postê serokwezîr û yê Serokatiya Iraqê di dema destûrî de bên yekalîkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.  

Îro Şemiyê 22/9/2018an, Serok Mesûd Barzanî û serokê Perlemana Iraqê Mihemed Helbûsî, tekez kirin ku pêwîst e, postê serokwezîr û yê Serokatiya Iraqê di dema destûrî de bên yekalîkirin.

Îro li Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî û serokê Perlemana Iraqê civînek lidar xistin û di civînê de ragihandin, ku pêwîst e hemû alî pêbendî dema destûrî bin, ji pêkanîna Hikûmeta dahatî û destnîşankirina du kesan ji bo Serokatiya Hikûmetê û yê din ji bo Serokatiya Komarê bike.

Serokê Perlemana Iraqê îro gihişte Hewlêrê û serdana wî di demekê de ye, ku Perlemana Iraqê roja 25/9/2018an ji bo hilbijartina serokê Iraqê destnîşan kiriye.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi fermî Berhem Salih ji bo wergirtina wî postî berbijar kiriye û Partiya Demokrat a Kurdistanê di rojên derbasbûyî de, ragihand ku berbijarê wê ji bo postê Serokatiya Iraqê heye.

Li ser wê yekê jî, îro sikirtêrê Polîtbîroya PDK Fadil Mîranî ragihand, ku heya niha wan berbijarê xwe ji bo postê Serokatiya Iraqê destnîşan nekiriye.

N.O