Sûlava Bêgirê jı ber santrala kehrebeyê di bin xetereyê de ye

Sûlava Bêgirê ku yek ji navendên Geşt û Guzariya Wanê ye ku ji gelek deveran xelk berê xwe didin vê derê. Niha Sûlava Bêgirê ji ber avakirina Navendên Hilberîna Kehrebeyê di bin gefê de ye û dibe ku av û xweza ji vê yekê bi neyînî bibandor bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Sûlava Bêgirê ku yek ji navendên Geşt û Guzariya Wanê ye ku ji gelek deveran xelk berê xwe didin vê derê. Niha Sûlava Bêgirê ji ber avakirina Navendên Hilberîna Kehrebeyê di bin gefê de ye û dibe ku av û xweza ji vê yekê bi neyînî bibandor bibe.

Sûlava Bêgirê ku di nav sînorên Wanê de li ser Çemê Mûradê ye, li Bakûrê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeye wekî yek ji navendên geşt û guzariyê tê nasîn. Ev av ji Çiyayê Tendurekê tê û dema digihîje vê derê, dîmeneke bêhempa derdikeve holê. Şewirmendê Geşt û Guzariyê Sûlava Bêgirê Nedîm Polat dibêje ku dengê herikîna Sûlava Bêgirê wekî straneke  Xwezayî ye ku aramiyê di dilên mirovan de peyda dike.

Şewirmendê Geşt û Guzariyê yê Ava Mûradê Nedîm Polat ji K24ê re wiha axivî: “Ji gelek bajaran xelk tên vê derê û suretan dikêşin. Ev av ji Çiyayê Tendûrekê tê û her wiha jig elek deverên din av tevlî çemê Mûradê dibe û li vir dive Sûlava Bêgirê.”

Sûlava Bêgirê ji ber dîmenê xwe yê bedew bala gelek mirovan dikişîne û ji bajarên derdorê û her wiha ji bajarên dûr jî gelek geştiyar di dawiya meha biharê de serdana vê derê dikin. Ji ber ku dema berf dihele, Sûlava Bêgirê bi awayeke şid û xurt diherike, geştiyar dixwazin vê bûyera dîrokî di cih de temaşe bikin.

Geştiyar Hacî Ekrem got: “Xwezaya Kurdistanê hemû xweş e.  Evder jî yek ji wan e. Ez û malbata xwe em ji Mêrdînê hatin vê derê bibînin.”

Geştiyar Hatîce Angay jî dibêje: “Ez mamoste me û ji Antalyayê hatime ku vê Sûlava bedew bibînim. Xwendekarên min ên ji Wanê hebûn. Gelek behsa vê derê dikirin. Ji ber wê min mereq kir û ez hatim.”

Geştiyar Rojhat Kiliç got: “Evder yek ji warê Kurdan e. Dîmeneke pir xweşik e. Bila Kurd werin bibînin.”

Sûlava Bêgirê niha di bin gefekê de ye. Li nêzîkî sûlavê Santraleke Kehrebeyê hatiye avakirin ku ev yek zirarê dide xwezaya derdorê û ava Çemê Mûradê. Ji ber vê yekê jî Rêveberên Sûlava Bêgirê banga hestiyarî û xwedîlêderketinê li rayedaran dikin.