Lavrov: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi guftûgoyê çareser bibin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civînekê de ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî de, ji bilî derbirîna rêza welatê xwe ji serwerî û yekperçeyîya Iraqê re, daxwaz kir tevahiya pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi riya guftûgoyê çareser bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di konferanseke rojnamevanî de li Rûsyayê, ligel hevpostê xwe yê Iraqî, Sergey Lavrov got: “Careke din tekeziyê li pabendbûna me bi serwerî û xaka Iraqê dikin, lê bi pêwîstî dizanin hemû pirsgirêkên hatine der bi riya guftûgoyeke niştimanî û bi beşdariya hemû pêkhateyên olî, taifî û siyasî bêne çareserkirin.”

Derbarê pirsekê li ser helwesta Rûsya li ser referandûmê û pêwendiyên aborî yên wî welatî ligel Herêma Kurdistanê de, Sergey Lavrov got: “Em têdigihin daxwaza gelê Kurdistanê û di baweriya me de baştir e ew daxwaz rewşa navçê li ber çavan bigire û bi guftûgo ligel Iraqê bê çareserkirin.”

Li ser şanda dîplomasî ya Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê got. “Konsolxana Rûsya li Hewlêrê karên xwe berdewam dibe. Herwiha Pêwendiyên me yên aborî ligel Herêma Kurdistanê û aliyên din ên Iraqî jî berdewam dibin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Iraqê got: “Di destûrê de mafê Kurd ê pêkanîna herêmeke xwe ya taybet heye, lê ew nayê wateya cudabûna ji Iraqê. Em hemû dizanin referandûmê pişt bi destûrê nebestiye.”

Herwiha got: “Serkeftina Iraqê bi ser terorê de, bi beşdariya tevahiya pêkhateyên Iraqê bû.”