Heşda Şeibî rêgiriyê li vekirina riya Dihok – Mûsil dike

Wezareta Pêşmerge di hefteya bûrî bûrî de û li ser daxwaza welatiyên navçê, riya Dihuk – Mûsil vekir, lê Heşda Şeibî rêgirî li vekirina wê riyê dike, ku astengiyek li pêş çûnûhatina rojane ya welatiyan dirust kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Pêşmerge li Eniya Rojhilatê Dîcleyê Ebdilxaliq Bapîrî ji K24ê re ragihand, ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ew rê vekirî ye, lê Heşda Şeibî ji aliyê xwe ve ew rê girtiye.

Got jî: “Ew rê li rûyê abûrî û civakî ji xelkê navçê re gelekî girîng e, ji ber wê hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze çûnûhatin di wê riyê re asayî bibe.”