Cihan Rêxistina Navdewletî: Rejîma Suriyê çekê kîmyawî bikaranî!

Rêxistina Navdewletî: Rejîma Suriyê çekê kîmyawî bikaranî!

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navneteweyî ya Dijberê Bikaranîna Çekên Kîmyawî (OPCW) diyarkir ku, hate eşkerekirin: Rejîma Suriye bû, ku li Xan Şêxûn çekê kîmyawî ji cureyê Sarîn bikar anî.

Dewleta Suriye heta niha jî red dike ku, wan çekên kîmyawî li Xan Şêxûn bikar anîbe, herweha red dike ku ligel wan çekên kîmyawî ma be.

Heman demê Rusya û Îran jî dabûn xuyakirin ku, rejîma Suriye çekên kîmyawî bikar neaniye, lê welatên Rojava rijd bûn, rejîm bûye ya ku çekên kîmyawî bikar aniye.