Derz li Hevpeymana Sedir dikeve

Partiya Şû'iyên Iraqê: Her guhertinek bi ser daxwazên me di Hevpeymaniya Sairûn de çêbibe, emê xwe ji Hevpeymaniyê bikişînin û bibin opozisyon.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî civîna Encûmena Şêwirmendiya Partiya Şû'iyên Iraqê, ku mijara civînê li ser rêketina di navbera Hevpeymaniya Sairûn û Hevpeymaniya Fetih ya Hadî Amirî de bû, partiya navhatî di daxuyaniyekê de ragihand, ku heger her guhertinek bi ser daxwazên wan di Hevpeymaniya Sairûn de çêbibe, wê hemû bijarde li pêşya wê partiyê vekirî bin û ewê xwe ji Hevpeymaniya Sairûn bikişînin û bi riyên aştiyane, ewê bibin opozisyon.

Berî çend rojan her yek ji serokê Hevpeymaniya Sairun Muqteda Sedir û serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civînek lidar xistin û têde li ser pêkanîna hevpeymaniyeke berfireh ji bo damzirandina Hikûmeta nû ya Iraqê lihev kirin.

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, di heman demê de, serkirdeyekî pile bilind yê çekdarên Heşda Şeibî ye, ku ew mîlîşya bi alîgir û hevpeyman ji Îranê re tê naskirin.

N.O