Ilham Ehmed: Qebûl nakin Ceyş El-Îslam derbasî Reqayê bibe

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehemd ragihand, ew bi ti aliyekî re li ser derbasbûna grûpa Ceyş El-Îslam bo bajarê Reqayê lihev nekirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehemd ragihand, ew bi ti aliyekî re li ser derbasbûna grûpa Ceyş El-Îslam bo bajarê Reqayê lihev nekirine.

Îlham Ehmed ji kenala “Al-Mayadeen” a ser bi hikûmeta Sûriyê re ragihand, eşîreyên Reqayê qebûl nakin çekdarên Ceyş El-Îslam derbasî Reqayê bibin û li wî bajarî bicih bibin.

Got jî, ew bi ti aliyekî re lihev nekirine, ji bo ew grûp derbasî rojhilatê Sûriyê bibin û ew gav jî ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye.

Li ser rewşa Efrînê Îlham Ehmed got, Tirkiyê bi rêkeftina bi Rûsyayê re demogragiya Efrînê diguhêre.

Hevseroka ESDê bi dûr dibîne ku Amerîka dest ji wan berde, ji ber ku ew take hêz e dikare şerê terorê li Sûriyê bike û her projeyek li rojhilatê Sûriyê were cbicîkirin, divê bi hevahengiya ligel wan be.

Tekez kir jî, hîna bijardeya danûstandinan bi hikûmeta Sûriyê re li cem wan heye, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Berî çend rojan, medyayên opozîsyona Sûriyê ragihandibûn, Hevpeymaniya Navdewletî a li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka ligel Siûdiye û Îmarata Erebî ji aliyekî ve û ligel Tirkiyê ji aliyê din ve danûstandinan dike, ji bo bajarê Reqayê radestî grûpa Ceyş El-Îslam bikin.

 

S. B