Demîrtaş diçe pêş dadgehê

Selahdetîn Demîrtaş îro derdikeve pêş dadgeha Enqerê û tedbîrên ewlehiyên yên tund jî li ber dadgehê tên girtin.

K24 – Navenda  Nûçeyan

Selahdetîn Demîrtaş îro derdikeve pêş dadgeha Enqerê û tedbîrên ewlehiyên yên tund jî li ber dadgehê tên girtin.

Peymanêrê K24ê li Enqerê ragihand, îro rûniştineke din ya dadgehkirina hevserokê berê yê HDPê Selahdetîn Demîrtaş bi rê ve diçe û demîrtaş li rûniştinê amade dibe.

Peyamnêrê me got jî, ji serê sibê ve endam û alîgerên HDP amade bûne û herwiha hejmarek ji rêxistinên navdewletî û parlemanterên HDPê ve tê şopandan.

Diyar kir jî, amatedbîrên ewlehiyê yên tund ji aliyê hêza polîsan ve hatine girtin.

Parêzerê Demîrtaş berê gotibû, ji ber Demîrtaş gotar li bajarên Bakur û Tirkiyê di nava xelkê de pêşkêş kiribû, çend dosya li dijî wê hatine vekirin û bi bêrêzgirtina li serokomar û hikûmetê û bangeşeya terorê tê tometbarkirin.

Hevserokên berê yên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ligel 11 parlemanteran di 4ê Mijdara 2016 bi tometên hevkarî û bangeşeya ji bo PKKê hatine desteserkirin.