Pentagon: Em rahênana HSD dikin ku bibe hêza parastina ewlekariyê

Pentagon dibêje, ew Hêzên Sûriya Demokrat rahênan dikin ku, ji hêzeke operasyonî veguhezin hêzeke parastina aramî û ewlekariyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pentagon dibêje, ew Hêzên Sûriya Demokrat rahênan dikin ku, ji hêzeke operasyonî veguhezin hêzeke parastina aramî û ewlekariyê.

Peyvdarê Pentagonê Eric Pahon liser pirsa Ajansa Anadolu ya Tirkiyê da xuyakirin, bo kesên vedigerin malên xwe, pêwîstî bi ewlekariya herêmî heye.

Da zanîn, her çiqas hîn jî pevçûn berdewam bikin , li herêmê dawiya DAIŞ hatiye, belav bûye . Bi vê perwerdeyê dixwazin çekdarên DAIŞ ku dixwazin birevin desteser bikin. Vegera wan asteng bikin.

Da xuyakirin, niha perwerde û rahênan berdewam dikin û naxwazin hejmara wan bêjin û da zanîn, ev ne wek damezrandina artêşeke nû ye yan parêzvanên sînorê ne.