Tirkiye liser kirîna S400 rêkeftin ligel Rûsya imze kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Şirketa firotina çek a dewletî ya Rûsyayê Rosoboroneksport, bi zarê Birêvebirê şirketê Aleksander Miheyev ragihand ku, jib o kirîna mûşekên S400 imzeyên pêwîst ji alî Tirkiye ve hatine avêtin.

Miheyev herweha destnîşankir ku, rîkeftin hîn neketiye ware cîbicîkirinê de, liser danûstandinên hurgiliyên teknîkî kar tên kirin.

NATO û herweha Amerika dilgiraniya xwe ji rêkeftina kirîna S400an anîbûn ziman, ku Tirkiye endamek NATO û hevkarek Amerika ye. Lê Tirkiye guh neda nerizamendiya NATO û Amerika û rêkeftin ligel Rûsya imze kir.