Talankirin li Efrînê berdewam e

Riwangeha Sûrî: Çekdarên opozisyona Sûryê malbateke Kurd ji bajarokê Şera yê ser bi Efrînê ve derxistin bi bihaneya ku pêwendiya wê bi PYDê re heye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî derbasbûna pênc hefteyan ji dagîrkirina bajarê Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, hîn diyardeya diziyê û talankirinê li wî bajarî berdewam e.

Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku dizî û talankirina malên Kurdan li Efrîn, ji aliyê çekdarên opozisyona Sûryê ve berdewam e, ew çekdarana otombêl û amêrên çandiniyê didizin.

Riwangeha Sûrî diyar kir, ku çekdarên opozisyona Sûryê malbateke Kurd ji bajarokê Şera yê ser bi Efrînê ve derxistin bi bihaneya ku pêwendiya wê bi PYDê re heye.

Herwiha eşkere kir, ku bi dehan xortên Efrînê, bi tometa şerkirin di nav rêzên YPGê de, ji aliyê çekdarên opozisyonê ve hatine desteserkirin û eşkencedan, piştre bi pereyan hatin azadkirin.

Artêşa Tirkiyê di 20/1/2018an de, bi beşdariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, êrîşî Efrînê kir, piştî nêzîkî du mehan di roja 18 Adarê de, artêşa Tirkiyê Efrîn bi temamî dagîr kir.

N.O