PKK: Berî herkesî xelkê Herêma Kurdistanê li Efrînê xwedî derketin

Duran Kalkan: Xelkê Başûrê Kurdistanê di xwedîderketina li Efrînê de pêşeng in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê desteya rêvebir a PKKê Duran Kalkan ragihand, ku xelkê Başûrê Kurdistanê di xwedîderketina li Efrînê de pêşeng in.

Duran Kalkan pirsên ajanseke nêzîkê PKKê bersivand û derbarê operasyona Efrînê got: "Xelkê Başûrê Kurdistanê û Kurdên li Ewropyê, bi piştgiriyên xwe bûne pêşengên xwedîderketina li Efrînê. Kurdên rojavayê Kurdistanê jî ji 7 salî heya 70 salî li ser lingan in û xwedî li Efrînê derdikevin".

Arteşa Tirkiyê di 20ê meha derbasbûyî de, bi alîkariya hin girûpên opozisyona Sûriyê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kir û li gorî daxuyaniyan, heya niha nêzîkî 20 gundên Efrînê control kiriye.