Gera 12emîn ya Danûstandinên Astanayê destpê kir

Gera 12emîn ya Danûstandinên Astanayê, li paytextê Kazaxistanê Nursultanê destpê kirin. Şandên welatên garantor ên dosya Sûriyê, Rûsya, Tirkiye û Îranê û Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Sûriyê beşdar dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gera 12emîn ya Danûstandinên Astanayê, li paytextê Kazaxistanê Nursultanê destpê kirin. Şandên welatên garantor ên dosya Sûriyê, Rûsya, Tirkiye û Îranê û Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Sûriyê beşdar dibin.

Gera 12emîn a Astanayê bi danûstandinên hevdîtinên dualî û sêalî berdewam dikin. Pirsa pêkanîna Komîta Destûrê ya Sûrî mijara sereke ya hevdîtinan e û tê pêşbînîkirin pirsa Idlibê û alîkariyên mirovî û girtiyên di zîndanan de jî bên behskirin.

Tirkiye bi şandeke bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal beşdar dibe.

Wezareta Derve ya Kazaxistanê da xuyakirin, Şanda Rûsyayê ya bi serokatiya Nûnerê Taybet yê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev beşdar dibe. Ji Îranê jî Elî Esker Hacî Cîgirê Wezîrê Derve beşdar dibe.

Urdin jî di danûstandinan de wek çavdêr cîh digre. Tê Çaverêkirin, Nûnerê Netewên Yekgirtî Geîr Pedersen jî piştre beşdar bibe û hatiye plankirin, gera 12emîn sibê dawî bibe.

 

S. B