Rûsya û Çîn dev ji Îranê bernadin

Hikûmeta Rûsya û wezareta derve ya Çînê rijdbûna xwe li ser berdewamiya hevkariyên û hevrêziyê li gel Îranê ragihandin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Rûsya rijdbûna xwe li ser berdewamiya hevkariyên û hevrêziyê li gel Îranê ragihand.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, ku Mosko bi awayekî rêkûpêk, mijûlî bicîkirina hemû pêbendiyan e, ku di rêketina etomî di li gel Îranê îmze li ser hatiye kirin.

Got jî: Kompanya (Rûs Etom)a Hikumî taybet bi enerciya Etomî, di çarçoveya rêketina li gel Îranê de, wê hejmarek piroje li wî welatî encam bide.

Herwiha got: Rûsya di çarçoveya biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî jimare (2231) de û li gorî bendên Rêketina Etomî kar li gel Îranê dike û Rêxistina Qedexekirina Çekên Etomî çavdêriya karkirina li gel Îranê dike.

Ji aliyê xwe ve jî, wezîrê derve yê Çînê (Wang Iy) ragihand ku ewê hevkarî û hevrêziya xwe li gel Îranê berdewam bikin.

Wang Iy got: Rêketina etomî ya ku li gel Îranê hatiye îmzekirin, di berjewendiya hemû aliyan de ye.

Wezîrê derve yê çînê di pêwendiyeke telefonî de, li gel hevpostê xwe yê Îranê got: Çîn bi zelalî li dijî reftarên şaş û sepandina sizayên yekalî li ser Îranê radiweste.

Ev helwesta Rûsya û Çînê di demekê de ye, ku Amerîka gef li hemû welat û kompaniyan kiriye, ku pêwîste pêwendiyê û karkirinê li gel Îranê rawestînin, heger na, wê ew aliyên pêwendiyê bi Îranê re dikin, ji aliyê Amerîka ve bên sizadan.

N.O