Rapora YE – nîşana dûrbûn a Tirkiye ligel Ewrûpa

Komîsyona Yekîtiya Ewropa, rapora xwe ya derbarê pêşveçûna Tirkiyê di warê yasayî, civakî, azadiya hizr û raman, mafên mirovan, azadiya jinê û gelek waran de aşkera kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîsyona Yekîtiya Ewropa, rapora xwe ya derbarê pêşveçûna Tirkiyê di warê yasayî, civakî, azadiya hizr û raman, mafên mirovan, azadiya jinê û gelek waran de aşkera kir. Tirkiye di hemû waran de tê rexnekirin. Lê di warê mêvankirina penaberan de pesna Tirkiyê tê dayîn. Kiryarên hêzên ewlekarî û wêrankirina cih û malên kurdan tê rexnekirin û tê destnîşankirin Tirkiye jibo pêvajoyeke aştiyane tu gaveke berbiçav neavêtiye.

Tirkiye sala 1997'ê bi awayek fermî bo endamtiyê serî li Yekîtiya Ewropa da. Serlêdana Tirkiyê hat qebûlkirin û bo Tirkiye nexşerê hat danîn û derbarê Tirkiyê de her sal raportên pêşveçûnê hatin amadekirin. Kêmasiyên Tirkiyê hatin aşkera kirin û bo pêşveçûnê pêşniyaz hatin kirin.

Di raportê de tê destdnîşankirin Tirkiye bi gavên mezin ji Yekîtiya Ewropa û pîvanên Kopenhagê dûr ketiye û ev raport di nav hemû raportan de tundtirîn rapor tê binavkirin.

Tirkiye bi referanduma 2017'ê, hevsengiya navbera parlamento, hikûmet û Dadgehê rakirî ye, erkê di deste desthilatê de hatine komkirin. Bi rewşa awarte û biryarnameyan rola parlamentoyê nehatiye hîştin. Bi rakirina parêzbendiyan jî zext li ser azadiya ramanê hatiye danîn.

Her çiqas, çavdêriya hikûmetê piştî hewldana derbeya serbazî li ser Artêşê hatiye zêdekirin jî ,lê çavdêriya parlamentoyê hêja li ser MÎT û Artêşê nîne.

Bang li hikûmetê tê kirin, benda hilbijartinê ya sedî 10 bê rakirin û yasayên hilbijartin û partiyên siyasî bên nû kirin.

Bi erkdarkirina qeyuman, demokrasiya herêmî hatiye lawazkirin û jikardurxistina şaredarên AK Partî jî tê rexnekirin.

Li bakurê Kurdistanê, lêpirsînên îdarî û yasayî yên derbarê kiryarên hêzên ewlekarî gelek lawaz in. Îşkence û zordarî berdewam dike. Di bin navê operasyona dijî terorê de gelek sivîl hatine kuştin, sedhezaran kes ji cih û malên xwe hatine dûrxistin, malên wan hatine wêrankirin, lê nehatiye qerebûkirin. Di vê demê de bo bicîhkirina pêvajoyeke aştî û çareserî tu gavên berbiçav û pêbawer nehatine avêtin.

Hê jî derbarê kesên ku ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin wendakirin, tu agahî nîne. Di vê warê de xebatek jî nîne. Sîstema parêzvaniya gund yan jî cerdevanî hêj berdewam dike, cerdevan mafên mirovan binpê dikin û dibin armancê êrişên PKK.

113 hezar fermanber jikar hatine dûrxistin,heta niha tenê 3 hezar kes karîne vegerin û daxwaza berdana 160 rojnamevanan tê kirin.

 

C.B