Sûriyê Rûsya li Tirkiyê bi opozîsyona Sûriyê re dicive

Rûsya li Tirkiyê bi opozîsyona Sûriyê re dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameyeke Brîtanî aşkere kiriye ku, Rûsyê û serkirdeyên opozîsyona Sûriyê bi navbênkariya Tirkiyê û bê amadebûna Washingtonê  gotûbêjan li Enqerê dikin.

Li gor rojnameya “Financial Times” ya Brîtanî, ku li ser hin berpirsên opozîsyona Sûriyê veguhestiye, hejmareke mezin ji berpirsên opozîsyonê digel Moskoyê bi navbênkariya Tirkiyê gotûbêjan dikin, bê amadebûna Washingtonê û dibe ku hayê Washingtonê jî ji wan civînan nebe.

Lê li gor wê rojnameyê, gotûbêjên di navbera Rûsya û opozîsyonê de hîn bê encam in.

Her li gor rojnameya navborî, berpirsê navxweyî li Heleb Elî Şêx Omer  jê re gotiye, ku serkirdeyên navçeyên di destê opozîsyonê de gihane rêkeftinekê ku tîmeke pêk bînin, ji bo gotûbêjan digel Moskoyê de bikin.

Li gor wî berpirsê opozîsyonê, danûstandin rasterast digel Moskoyê de tên kirin, lê hin berpirsên opozîsyonê wê yekê red dikin.

Tê zanîn ku rêjîma Sûriyê bi piştevaniya êrîşên asmanî yên Rûsyayê di çend rojên dawî de gelek taxên rojhilata Helebê ji destê çekdarên opozîsyonê kontrol kirine.