Rûsya daxwaz dike bi zûtirîn dem Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pêk bê

Zakharva: Pêwendiyên dostane yên dîrokî û bihêz di navbera Rûsya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene. Em berdewam di pêwendiyeke siyasî rasterê de ne li gel serokatiya Herêma Kurdistanê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di kongirê heftane yê rojnamevanî de, peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova, behsa pêşeroja pêwendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, ku di zûtirîn dem de, Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê were pêkanîn û li gel Bexdayê kêşeyan çare bike.

Maria Zakharva tekez kir, ku pêwendiyên dostane yên dîrokî û bihêz di navbera Rûsya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene û got: Em berdewam di pêwendiyeke siyasî rasterê de ne li gel serokatiya Herêma Kurdistanê.

Zakharova diyar kir, ku di dema derbasbûyî de, li Mosko civînek di navbera nûnerê taybet ê serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya û cîgirê wezîrê derve "Mikail Bogdanov" û şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê de hat lidarxistin.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya got jî: Ez bihêvî me partiyên Kurdî hemû bizavên xwe bikin daku bi zûtirîn dem Hikûmeteke çalak û cihê baweriyê pêk bînin, bi awayekî ku karibe nakokiyên di nav Hewlêr û Bexdayê de hene, çare bike.

N.O