Teqîn li Mûsilê - 21 kes hatin kuştin

Di encama teqînekê de li Mûsilê 21 kes hatin kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn

K24- Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê de li Mûsilê 21 kes hatin kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn.

Li taxa Mûsila Kevin ku dikeve aliyê rojavayî bajarê Mûsilê teqînek bi rêya otombêleke bombekirî rû da, û ligor amaran 21 kes hatine kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn e.

Çend jêderek leşkerî li wî bajarî ji Kurdistan24 re ragihandin, teqîn li pêşiya xwaringeha Ebû Leyla ya bajarê Mûsilê rû da ye.

Di demê yek hefteya borî de, 3 teqînan li wî bajarî rû dan e û di encam de çendîn welatî bûn e qurbanî.

 

 

C.B