Ebadî û Sedir li ser avakirina Hikûmetê nakok in

Casim Beyatî: Nerînên Sedir derbarê pêkanîna Hikûmetê, di warê piraktîkî de, nayên bicîkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Partiya De'iwe eşkera kir, ku li ser pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, pirsgirêk di navbera Ebadî û Sedir de hene.

Serkirde di Partiya De'iwe de, Casim Beyatî got: Derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, pirsgirêk di navbera serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî û rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir de hene.

Casim Beyatî eşkere jî kir, ku Ebadî li dijî nerîna Sedir e ya derbarê pêkanîna Hikûmetê ji kesên bêalî û nedana wî mafî bi wan aliyên ku di hilbijartinan de biser ketine.

Beyatî diyar kir, ku nerînên Sedir derbarê pêkanîna Hikûmetê, di warê piraktîkî de, nayên bicîkirin.

Berî ya çend rojan, Muqteda Sedir û Heyder Ebadî, derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê civînek lidar xistin.

N.O