Li Tirkiyê belemek binav bû, 4 kesan canê xwe jidest dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Kefkenê ya ser bi bajarê Kocaeli yê Tirkiyê, belema penaberan binav bû, di encamê de 4 kesan canê xwe jidest dan
Li gorî zanyariyan, nêzîkî 70 kesî di wê belemê de bûn û ji ber giraniya wan, belem binav bû, di encamê de 4 kesan canê xwe jidest dan û 38 kesên din jî hatin rizgarkirin.
Li gorî jêderên agahdar, bizavên hêzên zêrevaniya deryayî yên Tirkiyê ji bo dîtina nêzîkê 20 penaberên windayî berdewam in.