Pispor: Rojhilatê Firatê ne wek Efrînê ye

Piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê ya derbarê operasyona Rojhilatê Firatê de medya Tirkiyê jî kete wê hewayê û dest bi bernameyên egera pêkhatina li ser operasyonê kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2bf904c5-cb9e-4f23-93a0-1a9227eaaffa/ppp.ism/manifest

K24 – Stenbol

Piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê ya derbarê operasyona Rojhilatê Firatê de medya Tirkiyê jî kete wê hewayê û dest bi bernameyên egera pêkhatina li ser operasyonê kir. Li gorî pisporan egera wê yeke nîn e ku Tirkiye karibe ji bo rojhilatê Firatê operayonekê bide destpêkirin. Ji ber ew der naşibe Efrînê.

Li gorî daxuyaniya Erdogan, beriya hilbijartinên herêmî ya di 31ê Adarê wê li Sûriyê eniyeke nû bê vekirin û di hevrasta wê de jî wê di nava çend rojan de operasyona li dijî rojhilatê Firatê dest pê bike. Baş e mebesta Tirkiyê çi ye û çi plan dane pêşiya xwe? Bi boçûna pisporan, piştî Efrînê plana ku Tirkiye li serê radiweste avakirina herêma tamponê ye ya di nava Dicle û Firatê de ku kurahiya wê 30-40 kîlometre ye. Dixwaze wê plana tevgera xwe ya li Efrînê, li Minbîça hêla rojavayê Firatê, ji rexê rojhilat ve Kobanî, Grêspî (Tel Ebyad), Serêkanî (Ras el Ayn), Tirbespiyê, Amûdê, Qamişlû û li Dêrikê bi cih bike.

Li gorî pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, ne mimkûn e ku li Rojhilatê Firatê karibe wek Efrînê operasyonekê bide dest pê kirin.

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz ji K24ê re got: "Li Efrînê Rûsyayê piştgiriya Tirkiyê kiribû lê li vê deverê Amerîka, Fransa û Îngilîstan heye. Beyî destûra Amerîkayê ne mimkûn e ku li Rojhiladê Firatê operasyonek biçe serî. Pentagon ji binî ve li dijî vê operasyonê radiweste. Eger Tirkiye digel nerazîbûna Amerîkayê operasyonê bibe serî, hingê wê plansaziyên siyasî û leşkerî ên navîn û dûvedirêj ku Amerîkayê danîne têk biçin. Ew jî wê bibe sedema rageşiyeke nû di nava Tirkiye û Amerîkayê de û wê berdêleke wê ya mezin hebe."

Li gorî pisporan gelek aliyên nîqaşê hene derbarê egera operasyona Rojhilatê Firatê de. Hinek alî dibêjîn Tirkiye dixwaze sepanên xwe zêde bike li ser Amerîkayê ji bo ku Washington ber bi sînorê tercihê ve biçe di çarçoveya konsepta NATOyê de. Hinek jî dibêjin, ji aliyê tewereya Şam-Tahran û Moskovayê ve her gava Tirkiyê cihê şik û gûmanê ye, lewre ew nizanin bê Tirkiye di berdêla çi de, ji wan cihê ku lê bi cih dibe wê derkeve.

Pisporê Pêywendiyên Navdewletî İbrahim Varli dibêje: "Ew şert û mercên pêkhatina operasyoneke li Rojhilatê Firatê nîn in û ne mimkûn e. Rûsya, Tirkiyê sor dike li dijî Amerîkayê. Lê eger Amerîka neçar bimîne û nexwaze Tirkiye bêhtir nêzîkî Rûsyayê bibe, dikare ji bo beşeke biçûk ya Minbêçê destûrê bide operasyonekê, lê ne jê wêdetir."

Li gorî pisporan digel rîskên heyî jî wisa xuya dike ku Tirkiyê wê stratejiya xwe ya Rojhilatê Firatê berdewam bike. Ji ber ku Tirkiyê ji sala 2016an ve ji wê reqabeta di nava Amerîka û Rûsyayê de û di encama nakokiyan de valahî û fersendên ku li nava Sûriyê peyda bûne bi gavên wek van operasyona pêşiya xwe firehtir dike. Heta tê îdiakirin ku ev sepana operasyonê wek manevrayekê ye ku Amerîka gavê bi paş de biavêje û Minbiçê ji Tirkiyê re bihêle. Lê belê li aliyê din jî hin pispor dbêjin, Tirkiye bi zextên Rûsyayê dikeve nava Sûriyê. Ji ber Rûsya, Tirkiyê wek şûrê "demoklesê" her li ser Kurdan li jorê dihêle da Kurd berê xwe bidin hevkariya bi Şamê re. Ev yek jî planên Amerîkayê têk dibe. Tirkiye jî tam di nava vê tevîheviya hevkêşeya li herême hewl dide ku operasyonekê bide destpêkirin li rojhihlatê Firatê.