Kurdistan Partiyeke Alman bo piştgiriya HDPê hat Tirkiyê

 

K24 – Stenbol

Ji Partiya Çepgir ya Almanan lijneyek, bo piştgiriya HDPê bikin hatin Tirkiyê. Lijneyê li Stenbolê civîneke çapemeniyê lidarxist û di civînê de gotin; girtina hevserok û parlamenterên HDPê bi tu awayî nayê qebûl kirin. Parlamenterên Alman ragihandin ku ji Encûmena Ewropayê, lijneyeke ku ji 30 kesan pêk tê dê di maweya referandûmê de bo çavdêriyê werin Tirkiyê.

Li Stenbolê li avahiya bajêr ya HDPê bi beşdariya hevserokê Partiya Çepgir ya Almanyayê Bernd Rîexînger, hin parlamenterên Alman û yên HDPê, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Rîexînger di civînê de ragihand ku; wan bo bi hevserokên HDPê Selehetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re hevdîtineke pêkbînin serî li Wezareta Dadê dane, lê ev xwesteka wan ji aliyê Wezaretê ve nehatiye qebûlkirin.

Hevserokê Partiya Çepgir ya Almanyayê Bernd Riexinger ji K24ê re wiha axivî: "Ez dixwazim bêjim ku girtina Demîrtaş ,Yuksekdag û parlamenterên din ên HDPê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo ku parlementerên girtî serbest bên berdan em ê li Ewropayê jî raya giştî agahdar bikin."

Rexînger got, Ji ber ku parlamenterên HDPê di zindanê de ne, referandûma meha Nîsanê ya ku bo guherîna destûrê dê were kirin, dê di rewşeke antîdemokratîk de bê kirin. Û ji lewra ji Encûmena Ewropayê, lijneyeke ku ji 30 kesan pêk tê dê di maweya referandûmê de bo çavdêriyê werin Tirkiyê.

Parlamenterê Partiya Çepgir ya Alman Andrej Hunko jî di civînê de bi heman awayî rexneyên xwe anî ziman: "Em ji bo ku piştgiriya wekîlên girtî yên HDPê bikin û her wiha ji bo çavdêriya referanduma ku dê di meha Nîsanê de bê lidarxistin hatin vê derê. Rêya berev referandumê ve gelekî bi arîşeye. Di rewşa awarte û di rewşên bi vî rengî de lidarxistina referandûmê biryareke ne rast e."

Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Feleknas Uca jî derbarê referandûmê de wiha got: "Referandûm bîryareke siyasî ye. Esasen di rewşa awarte de referandûm nayê kirin. Tenê di sîstemên dîktatorî de tiştên wisa tên kirin. Ew dixwazin bi destê zorê siyaseta xwe li ser vî gelî ferz bikin. Em jî dibêjin çi dibe bila be heta ku yek kes ji me bimîne jî em ê dev ji meseleya xwe bernedin. Em ê vê xebata xwe berdewam bikin."

Uca, da zanîn ku  di gel zext û zorên li ser partiya wan tên meşandin li Ewropayê gelek kampanyayên piştevaniyê jî bo wan tên birêvebirin û ew bi hêvî ne ku ev kampanya bi awayeke berfirehtir werin domandin.