Nêçîrvan Barzanî: Amade ne her hevkariyekê bo aramiya Iraqê bikin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja Duşemê 23.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Jan Kubis şandiyê taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Îraqê civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja Duşemê 23.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Jan Kubis şandiyê taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Îraqê civiya.

Malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, Di civînê de behsa bûyerên van rojên dawiyê li Îraqê û bi taybetî xwepêşandan û aloziyên başûrê Îraqê hat kirin û Jan Kubis tekîd kir ku pêwîst e aliyên siyasî yên Îraqê dest bi diyaloga cidî ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bikin û bi berdewamî daxwaziyên hevwelatiyan bişopînin û got ku rola Herêma Kurdistanê di danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de roleke bi bandor û giring e.

Nêçîrvan Barzanî behsa pirosesa siyaysî li Îraqê û hijmartina dengan bi dest (degên dengdana 12 gulan borî ji bo perlamentoya Îraqê)  ku ew pirosesa hijmatina bi dest bi dawî hatiye kir û bi pêdvî zanî ku Dadgeha Federal a Îraqê biryara xwe li ser encamên hilbijartinê bide û encaman qebûl û pesind bike da ku aliyên siyasî bi cidîtir dest bi danûstandinên pêkanîna kabîneya nû bikin.

Serokwezîr got ku ji bona aramiya Îraqê Herêma Kurdistanê amade ye bi her awayî hevkarî û alîkariyê bike, û divê di çarçoveya pirograma hikûmeta nuha ya bê de daxwazên hevwelatiyan cî bigirin û çareserî jê re bê dîtin.

 

S. B