Cihan Tirkiye S400 ji Rûsya dikire

Tirkiye S400 ji Rûsya dikire
Roketên Rûsî S400

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ragihand, ku Serokomarê Tirkiyê û Serokdewletê Rûsya li ser kirîna roketên S400 rêkeftin e.

Rojnameya “Izvestia” a Rûsî jî diyar kir, ku her du serokên Tirkiye û Rûsya di pirsa ewlehiyê de, xebatek hevkar a berfereh dane pêşya xwe û firotina roketên S400 bo Tirkiyeyê, pêngavek girîng a vê hevkariyê ye.

Di dawî hevdîtin a di navbeyna Erdogan û Putin de li 10ê Adarê de, çendîn rêkeftin di navbeyna her du welatan de hatin imzekirin, ku hevkariya di ware ewleyî û dezgehên parastinê de yek ji wan rêkeftinên girîng bû.