Îtalya keştiyeke Îranî tijî Hîroyîn desteser kir

Polîsê Îtalya ragihand, ku wan dest li ser keştîyeke Îranî daniye, ku 270 kîlogiram Hîroyîn têde bû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Polîsê Îtalya ragihand, ku wan dest li ser keştîyeke Îranî daniye, ku 270 kîlogiram Hîroyîn têde bû.

Peyvdarê Polîsê Îtalî diyar kir, ku ew keştî ji bendera Ebas a Îranê ve hatibû û di bendera Hamburg a Almanya re û bendera Valencia ya Ispanî re derbas bibû daku xwe bigehîne bendera Genova ya Îtalî, lê di encamê de, ji aliyê polîsê wî welatî ve hat desteserkirin.

Herwiha Polîsê Îtalî diyar kir, ku heya niha zanyariyên hûr derbarê dema barkirina wê madeya hişbir bidest wan neketine.

Di dema 20 salên derbasbûyî de, ev mezintirîn barê madeya hîroyînê ye ku li Îtalya tê desteserkirin.

N.O