Rewşa tenduristî ya serkirdeyekî PDK-Sê di zîndana Efrînê de xirab e

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewşa tenduristî a endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Apo di girtîgehên Rêveberiya Xweser de gelekî xirab e û pêwîstiya wî bi veguhastina bo nexweşxaneyê heye.

Hevjîna Ebdilrehman Apo, Zemzem Kurdî ji K24ê re got, rewşa tenduristî ya hevjînê wê Ebdilrehman Apo gelekî xirab e û divê bilez bo nexweşxaneyê bê veguhastin.

Zemzem Kurdî ji K24ê re xuya kir, ku Ebdilrehman Apo nexweş e û pêwîst e her sê rojan carekê serdana nexweşxanê bike bo wergirtina derman û çareseriyên bijîşkî.

Serkirdeyê di PDK-Sê de Ebdilrehman Apo roja 12 vê mehê ji aliyê asayişa Efrînê ve hatibû binçavkirin. Tê zanîn ku Ebdilrehman Apo bêhtirî ji 6 caran ji aliyê asayişa Efrînê ve tê binçavkirin.

Zemzem Kurdî got jî, ew gelek caran serî li zîndan û dezgehên pêwendîdar dane, da ku karibin serdana Apo bikin û dermanên wî derbasî zîndanê bikin, lê hêzên asayişê rê nedabûn wê ku hevjînê xwe bibîne.